ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Serokwezîrê Elmanyayê Merz: Îran DYE’yê biçûk dixe
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz polîtîkayên DYE'yê yên li hemberî Îranê bi gotinên tund rexne kir û got, şer “bê stratejî” tê meşandin. Merz destnîşan kir ku krîza li Kendavê bi rengekî cidî bandor li enerjiya kûreyî kiriye. -
Bîlançoya êrişa li dibistana li Minabê hate nûkirin: 155 mirî, 120 jê zarok bûn
Medya dewletê ya Îranê bîlançoya êrişa li dibistana li Minabê nû kir û ragihand ku hejmara miriyan 155 kes e. Di daxuyaniya beriya niha de hatibû gotin, zêdeyî 175 kes mirine. -
Îranê ji bo Kendavê şertê garantiya ewlehiyê pêşkêş kir
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Îranê Emîr Saîd Îravanî diyar kir ku li Kendavê mayîndebûna îstiqrarê encex bi dawîkirina êrîşên li ser Îranê û garantiya “dubare nekirina êrîşan” pêkan e û DYE jî bi “korsantî” û “terorîzmê” sûcdar kir. -
Ji bo avakirina hikûmeta nû Elî Zeydî hat erkdarkirin
Serokkomar Nizar Amêdî, namzetê Çarçoveya Hemahengî Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir; Zeydî divê di nava 30 rojan de kabîneyê ava bike. -
Îsraîlê gef li Libnanê xwar: Agir dê darên erz ên Libnanê bipêçîne
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, piştî ku rêberê Hizbullahê hevdîtinên rasterast red kirin, diyar kir ku heke hikûmeta Libnanê li dijî çalakiyên Hizbullahê gavan neavêje, dê welat bi encamên giran re rû bi rû bimîne -
Li Lubnanê rageşî zêde dibe: Hizbûllah gefa ‘êrîşên xwekujî’ xwar
Rayedarekî Hizbûllahê diyar kir ku dikarin taktîkên salên 1980’an li dijî Îsraîlê ji nê ve têxin dewrê; Serokkomarê Lubnanê ragihand ku ew ê bi Îsraîlê re "peymanek biçûkxistinê” çêneke. -
Çapemeniya DYE: Êrîşên Îranê ji texmînan zêdetir zirar dan
Li gorî NBC Newsê, êrîşên Îranê yên li ser baregehên DYE yên li Kendavê zirarek mezin çêkiriye; baregeheke li Kuweytê bi balafireke şer a F-5 hat xistin. -
Trump bi rojeva Îranê wê civîna krîzê lidar bixe
Li Washingtonê bi rojeva danûstandinên bi Îranê re û krîza Tengava Hurmizê wê civîna krîzê bê lidarxistin. -
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de 14 kes mirin
Li Libnanê ji dema ku bi Îsraîlê re agirbest hatiye ragihandin û vir ve, hejmara qurbaniyan zêdetir dibe. Di encama êrîşan de herî kêm 14 kes ku 2 ji wan zarok in, mirin -
Tehranê 'xetên xwe yên sor' ji Washingtonê re ragihand
Îranê şertên xwe yên di danûstandinan de bi rêya Pakistanê ragihand. Hevdîtina yekser a Bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) vê gavê ne di rojevê de ye. -
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Xezayê de, jinek jî di nav da 4 kesan jiyana xwe ji dest dan -
Sadir banga çekdanînê li hêzên Seraya Selam kir
Mûqteda Sadir çend biryarek belav kir û daxwaz ji hemû hêzên fermî û nefermî yên Seraya Selam kir ku li Kerbelayê çekên xwe danin. -
Trump: Serdana şandeya DYA’yê ya bo Pakîstanê hate betalkirin
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku serdana Pakîstanê ya ku ji bo hevdîtinên bi Îranê re hatibû plankirin hatiye betalkirin; wî got ku Washington ji bo têkiliya rasterast amade ye -
Arakçî bêyî ku bi şandeya DYA’yê re bicive ji Îslamabadê veqetiya
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, piştî temamkirina hevdîtinên xwe yên li Pakistanê ji Îslamabadê veqetiya. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, hevdîtin wekî "dostane" pênase kir -
Agirbesta Îsraîl-Lubnanê bi têkçûnê re rû bi rû ye
Di êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Tevî agirbestê jî zêdebûna êrîşan nîşan dide ku rageşiya li herêmê ji nû ve zêde bûye. -
Li Îranê kesek din jî hate darvekirin
Dewleta Îranê vê siharê li Îsfahanê Irfan Kiyanî bi darve kir. -
Rageşiya li Rojhilata Navîn tevî agirbestê jî berdewam dike
Di gel ku şerê Îsraîl-DYE û Îranê di pêvajoya agirbestê de ye jî hê ne diyarE ku alî wê li Pakistanê bi awayekî rasterast werin ba hev yan na. -
Dema diyarkirina serokwezîrê Iraqê bi dawî dibe
Civîna ji bo diyarkirina namzetekî serokwezîr ê li Iraqê, bê encam bi dawî bû. Tê payîn ku şande îro ji nû ve bicive. Li gorî destûrê, roja dawî ya diyarkirina namzetekî sibê ye. -
YE xwe ji banga Merz a ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digire
Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe ji banga Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digirin. Bruksel di wê baweriyê de ye ku ji bo gavek wisa pir zû ye. -
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derdikeve tura dîplomasiyê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ji bo nirxandina geşedanên herêmî û xurtkirina kordînasyonê, dest bi bernameyeke serdanê ya ku sê welatan dihewîne kiriye. -
Medyaya Îranê: Eraqcî dê biçe Îslamabadê
Ajansa dewletê ya Îranê IRNA’yê piştrast kir ku Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqcî dê îro biçe Îslamabadê. Ev serdan wekî hewildanek ji bo vejandina têkiliyên dîplomatîk di bin sîbera şerê bi DYA û Îsraîlê re tê dîtin. -
Şerê Rojhilata Navîn: DYE’yê banga ‘lihevkirina cidî’ li Îranê kir
Wezîrê Şer yê DYE’yê Pete Hegseth banga ‘lihevkirina cidî’ li Îranê kir û ragihand ku dorpêça behrê ya li hemberî Tehranê wê bidome. Bi vê yekê re li herêmê liv û tevgera leşkerî zêde dibe û hewl tê dayîn, peywendiyên dîplomatîk bên zindîkirin. -
DYE ji bo Rojhilata Navîn dest bi sewqiyeteke nû ya leşkerî kir
The Washington Postê, ragihand ku DYE amadekariya şandina bêhtirî 4 hezar leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn dike. Tevî agirbestê jî sewqiyeta leşkerî ya li herêmê didome. -
NYT: Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney bi giranî birîndar e
The New York Timesê ragihand ku lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney di rojên destpêkê yên şer de bi giranî birîndar bû. Li gorî nûçeyê rewşa tenduristiyê ya Xamaney cidî jî be tevlî pêvajoyên biryardanê dibe. -
Trump: Agirbesta Îsraîl-Lubnanê wê sê hefteyan bê dirêjkirin
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê wê sê hefteyên din bê dirêjkirin û alî dikarin li Qesra Spî hevdîtinê bikin.